Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn 

Navenda ragihandinê ya fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk de 2 sivîl şehîd bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn 
10 ÇILE, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

 Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayê Qereçoxê, gundê Şirik û Teqil Beqîlê de û êrişa balafira bêmirov li ser wesayîtekê de li gundê Xanê Seriyê yê bajarê Dêrikê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivisîn: "Maşîneya şer a dewleta Tirk ev demeke dirêj e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, çi bi rêya balafir, topên giran û çi bi rêya çeteyên xwe ku niha hewl didin ber bi Bendava Tişrîn û Pira Qerqozak ve bi pêş ve biçin û armancên xwe pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo koçberkirina gelê herêmê û guhertina demografiya wê û berfirehkirina qada dagirkeriya dewleta Tirk di nava xaka Sûriyê de.

10`Çileyê, dewleta Tirk a dagirker herêmên Koçerat, Çiyayê Qeraçox, Teqil Beqil û gundê Şirikê kirin hedef û li gundê Xana Seriyê jî otomobîleke sivîl a hyundai vera cruz kir hedef.

Di encama armanckirina otombîlê de 2 welatiyên sivîl ku di hundirê otombêlê de bûn jiyana xwe ji dest dan û yekî din jî ku nêzîkî cihê êrişê bû ji lingê xwe de birîndar bû û ew ji nexweşxaneyê re hate rakirin.

Em diyar dikin ku ev demeke ku hemû aliyên şerê Sûriyeyê li çareseriyên guncew digerin û hemû gelê Sûriyê pê razî be lê dewleta Tirk a dagirker ji derve destwerdanê dike û hewlên civaka navneteweyî xera dike ji bo ku Sûriyeyê dagir bike û wan bixe bin kontrola xwe."

(şx)