Çalakiya nobedê ya bendava Tişrînê di şeva 3'yemîn de didome

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya xwe ya nobedê di roja 3'yemîn de bi tevlêbûna şêniyên din ên kantona Cizîrê didomîn.

Çalakiya nobedê ya bendava Tişrînê di şeva 3'yemîn de didome
Çalakiya nobedê ya bendava Tişrînê di şeva 3'yemîn de didome
10 ÇILE, 2025   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 8'ê Çileyê de bi hezaran şênî ji hemû pêkhateyên kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê berê xwe da bendava Tişrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê hedefgirtin.

Konvoya gel a ku berê xwe dabû bendavê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 din birîndar bûn. Lê tevî wê jî konvoy gihîşt bendavê.

Îro jî bi sedan şêniyên Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê yên kantona Cizîrê gihîştin bendavê û tev li çalakiya nobedê di roja wê ya 3'yemîb de bûn.

Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ji 8'ê Kanûna 2024'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên şer û bêmirov û ji aliyê çeteyên wê ve bi topan û êrişên bejayî, tên hedefgirtin.

Girêdayî wê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hişyarî ji hilweşîna bendavê û pêkhatina kareseteke mirovî û ekolojî da.

(mh)