Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"

Nivîskar Biyanî Kurd Elî pirtûka xwe ya bi sernavê "Hest û Helwest" ji hezkiriyên xwe re îmze kir. Di merasîma îmzekirinê de ku li bajarê Amûdê hatiye lidarxistin de, wêjevan û rewşenbîr hazir bûn.

Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
Li Amûdê mersîma îmzekirina pirtûka "Hest û Helwest"
10 ÇILE, 2025   21:39
AMÛDÊ

Merasîma îmzekirina pirtûka nivîskar Biyanî Kurd Elî ya bi sernavê "Hest û Helwest" di navenda Kemal Derwîş a li bajarê Amûdê de hate lidarxistin.

Nivîskar Biyanî Kurd Elî der barê naveroka pirtûka xwe de axviî û behsa beha berhemên xwe yên din ên têkildarî helbestên kurdî axivî ku gelek jê ji aliyê hunermend Aram Tîgran û Koma Berxwedan ve bûn stran.

Her wiha di dawiya merasîmê de gelek hunermendên beşdar stran gotin û dûre pirtûk li beşdaran hatin belavkirin.

Tê bibîrxistin ku ev pirtûka duyemîn e ku nivîskar Biyanî Kurd Elî nivisiye. Beriya wê jî pirtûkek bi sernavê "Vejîna bendewarî" jî nivîsî bû. Nivîskar pirtûka xwe "Hest û helwest" ji 2001`an ve nivisiye, lê îsal çap kir.

(şx)

ANHA