Bendavên Çilaxa û Zaxîreyê li ber ziwabûnê ne

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna baranê, ava li bendavên Çilaxa û Zaxîreyê yên kantona Cizîrê her ku diçe kêm dibe. Kêmbûna avê dê bandoreke neyînî li jîngeh û çandiniya herêmê bike.

22 hezîran, 2025   05:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ji ber kêmbûna ava bendavên Çilaxa û Zaxîreyê, li devera Aliyan ya bajarên Çilaxa û Zexîrê yên kantona Cizîrê metirsiyên li ser çandinî û jîngeha herêmê zêde dibin.

Devera Aliyan bi kanî û rûbarên xwe dihate naskirin, ev kanî çavkaniyên du çemên girîng bûn; çemê Kêşikê û çemê Girê Dêra. Ev her du çem û çavkaniyên din ên avê bi salan ji bo avdana zevî û rezan dihatin bikaranîn.

Di sala 1974’an de bendava Çilaxayê bi dirêjahiya 700 metre û firehiya 37 metreyan hate çêkirin, gola bendavê têra 10 milyon metrekab avê dike, çavkaniya golê ava baranê û kaniyên gundên derdorê ye.

Bendava Zaxîreyê di sala 1978'an de hatiye çêkirin, gola bendavê têra 23 milyon metrekab avê dike, çavkaniya golê ava baranê û ava kaniyên geliyê gundê Batirzanê ne.

Li derdora bendavan nêzî 5 hezar dar hatibûn çandin, lewma ew dever ji bo şêniyên herêmê bûbû cihê seyran û bêhnvedanê.

Lê ji ber birîna bêserûber, paşguhkirin û rewşa avhewayê darên wê deverê hişk bûn û ava golan jî zûtir kêm bû.

Ji ber kêmbûna baranê di zivistana sala 2025`an de û qutbûna ava kaniyên nêzî her du bendavan, asta ava bendava Çilaxayê daket 350 metreban ku rêjeya wê ya asayî 500 metrekab e. Rêjeya ava bendava Zaxîreyê jî daket 500 metrekaban ku dibe di nava çend hefteyan de bi temamî ziwa bibe.

Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Çilaxayê Cabir Ebdulezîz Silêman diyar kir ku her du bendav bingeha çandiniyê ya herêmêm ne û got: "Guhertina avhewayê, ziwabûna kaniyan, kêmbûna dar û şînkahiyê bûn sedema vê rewşa ku ber bi karesetê ve diçe.”

Silêman her wiha got: "Di sala 1990'î de ziwabûne wekî ya niha çêbû, lê bi saya baranê dîsa gol tijî av bû, lê niha ji ber kêmbûna bajarê û ziwabûna kaniyan, derfetên ku gol ziwa nebe, kêm in."

Silêman destnîşan kir ku ziwabûna gola bendavê dê bandorê li pergala bendavê jî bike ku dibe sedema derzan, ev yek jî dê xetere be eger dema lehiyek rabe.

Komîteya Çandiniyê hin hewldan kirine; ji nû ve dar çandin, dora bendava Çilaxayê wek herêmeke parastî ragihand û li wir nêzî 600 dar çandin. Lê tevî vê jî pirsgirêk çareser nebûye û hewce dike ku hewldanên mezintir hebin da ku çavkaniyên avê bi temanî neqedin.

(k)

ANHA