Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang kir: Pabendî saetên qedexeya derketina derve bin

Hêzên Ewlekariya Hunndirîn bang li welatiyan kir ku ji bo aştiya giştî, ewlehî û aramiya herêmê pabendî qedexeya derketina derve ya berê hatibû ragihandin bin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang kir: Pabendî saetên qedexeya derketina derve bin
7 sibat, 2026   00:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê qedexeya derketina derve ya berê hatibû ragihandin de hişyariyek belav kir. 

Hêzên bang li welatiyan kir ku pabendî biryarnameya qedexeya derketina derve ya berê hatibû ragihandin bin. Di biryarnameyê de hatibû gotin ku saet ji 6ˊê sibehê heta 6ˊê êvarê li tevahî bajarên herêma Cizîrê derketina derve qedexe ye.

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê 18ˊê Çileyê li tevahî bajar û bajarokên kantonê qedexeya derketina derve ragihandibû.

(fr)