Hezaran kesan 8 şehîd bi sozên tolhildan-berxwedanê oxir kirin

Cenazeyên 8 şehîdên bombebarana li ser Qamişlo de bi dirûşmeyên tolhildanê û peyam-sozên bilindkirina berxwedanê hatin oxirkirin.  

26 kanûn, 2023   15:58
QAMIŞLO

Cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Zubêr, Mihemed Hisên Mihemed, Riad Hemo, Rinas Hemîd û Ferhan Temê ku duh (25 Kanûn 2023) li Qamişlo di bomberana dewleta Tirk a dagiker de şehîd bibûn, bi merasîmek heybet hatin oxirkirin. 

Cenazeyên 6 şehîdan ji aliyê hezaran kesan ve ji Morga li Taxa Enteriyê hatin wergirtin û li ser milan birin Pakrewangeha Şehîd  Delîl Saruxan. 

Ji navçe û bajarokên Kantona Cizîrê hezaran kes, endam û rêveberên saziyên civakî yên sivîl, saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk û partiyên siyasî jî beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bûn.

Cenazeyên cangoriyan ên bi gulan hatibûn xemilandin li ser milan û bi dirûşmeyên “Tolhildan”, “Şehîd namirin”, “Berxwedan jiyan e” birin Pakrewangeha Şehîd Delîl Saurxan.

Cenaze li pakrewangehê jî ji aliyê hezaran kesî bi dirûşmeyên “ “Şehîd nemirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku cenaze li cihê merasîmê hatin danîn, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û ji malbatên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxî, ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.

Foza Yusif: Dewleta Tirk a dagirker dixwaze têkçûna xwe veşêre

Foza Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê û dermirovî pêk tîne û got: “armanca wê şikandina îradeya me û têkbirina projeya me ya li ser bingeha rêgezên demokratîk û biratiya gelan e. Tirkiye van êrîşên dawiyê ji bo veşartina têkçûna xwe pêk tîne. Li çiyayên Kurdistanê ji destê gerîlayan derbeyên mezin xwarin; li hemberî berxwedana gelan têkçûnên dîrokî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî dijî.”

‘Em efû nakin’

Foza Yusif bal kişand ser helwesta şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî êrîşan û wiha dom kir: “Zarok, ciwan, jin, kal-pîr, hemû pêkhate û komên civakê, dibistan, kargeh û binesaziyên me bûne hedefên dewleta bê exlaq. Bila Tirkiye û hemû cîhan bizane ku gelên me û vîna me ya li gorî fikra netewa demokratîk hatiye avakirin bi ti awayî têk naçe. Yê ku biryara berxwedanê dide gel e. Têkoşîna ku em bi rê ve dibin wê bi serketinê tacîdar bibe. Têkçûn jî wê bibe para dijminê mirovahiyê Erdogan. Em ê kesên ku tiliya wan di xwîna me de heye, efû nekin û tola xwe hilînin.”

Mela Mihemed Xerzî bang kir

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed Xerzî jî bêdengiya navneteweyî û welatên Ereban a li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dijî Mislimanan û gelên herêmê dike şermezar kir û bang li gelên cîhanê, alimên misilman kir: “Divê alema Îslamê û Xiristiyan helwesta xwe li hember sûcên Erdogan ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal bikin.”

Piştre jî zaroka bi navê Lareysa Azab helbestek bi zimanê Erebî xwend, gel jî dirûşmeya “Tolhildan” berz kir.

Paştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêya zarokên xwe û bilindkirina berxwedanê da.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Zubêr, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo û Rinas Hemîd li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Ferhan Temê jî ji bo spartina axê birin Pakrewangeha Şehîd Dilşîr li navçeya Tirbespiyê.

Cenazeyên şehîd Ayya El-Sebawî û şehîd Faris El-Faris jî li ser daxwaza malbatên wan li gundê Um El-Fursan ê Qamişlo spartin axê.

(ekip)

ANHA