Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan

Şêniyên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku ewê dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin. 

Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
Peyama çalakvanên Şehba-Efrînê: Berxwedan
26 kanûn, 2023   16:07
ŞEHBA

Welatiyên Şehbayê yên tevlî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûn, hêrsa xwe anîn ziman: 

Rîhan Elo: Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bi awayekî hovane êrîşî binesaziya herêmê û sivîlan dike. Cîhan bi bêdengiya xwe dibe hevalbenda kiryarên dewleta Tirk. Em ê wekî gelên Efrîn-Şehbayê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanê mezin bikin êrîşan têk bibin.

Suad Huso: Êrîşên dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelan pêk tên. Lê em ê wekî tevahî pêkhateyên herêmê van êrîşan têk bibin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin; hûn nikarin berxwedana me têk bibin.

Mihemed Hesen: Piştî çêkirina hevpeymana civakî û pêkanîna kongreya MSD’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava zêdetir bûne. Armanca dewlata Tirk têkbirina projeya Rêvberiya Xweser e. Naxwaze pirsgirêkên Suriyeyê çareser bibin. Em ê xeta berxwedanê hilbijêrin.

(zş/a)

ANHA