Hezar û 500 hêktar û zêdetirî 18 hezar darên zeytûnê şewitîn

Ji ber şewatên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Minbicê pêk dianîn, hezar û 500 hêktarên zeviyên çandiniyê û zêdetirî 18 hezar darên zeytûnê şewitîn.

25 gulan 2024   18:56
MINBIC

Ji dema ku berhemên çandiniyê gihandin ve, dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li seranserî eniyên şer ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agir bi zeviyan dixin.

Li eniyên şer ên bi ser gundewarên kantona Minbicê ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir berda zeviyan, bi wê re rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê û darên zeytûnê şewitîn.

Çeteyan îro ji nêzî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şêx Nasir ve agir ber bi gundên Qirtwêrana Mezin, Qirtwêrana Biçûk û Yalnî ve berda. Tîmên agirkujî û xelkê wan gundan hewl didin agir vemirînin ku gihandiye nêzî malan.

Li gorî agahiyên destpêkê ku ajansa me wergirtine, 500 hêktarên çandiniyê ku tê de 6 hezar darên zeytûnê yên gundên Qirtwêrana Mezin û Qirtwêrana biçûk, her wiha 2 hedzar darên zeytûnê li gundê Yalnî şewitîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan ji gundê Kirêdiyê yê dagirkirî ve agir ber bi gundên Ceble El Hemra, Hûte, Cib Mexzom, Mîlwêran ve pêxistin. Di encamê de li gorî gundiyan hezar hêktar şewitîn. Ji wan 80 hêktar li Ceble El Hemra ku tê de 3 hezar û 500 darên zeytûnê hatine çandin, 120 hêktar li gundê Hûte tê de 3 hezar darên zeytûnê hatine çandin, 800 hêktar li gundên Cib Mexzom û Mîlwêran (hezar û 600 darên zeytûnê li Cib Mexzom û 2 hezar û 300 darên zeytûnê li gundê Mîlwêran) hatine çandin.

(fr)

ANHA