Li Helebê panela ˊAzadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn eˊ

Di panela li ser Helebê de hatiye lidarketin rewşa Îmralî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û rola fikrên wî di çareserkirina dozên Rojhilata Navîn û projeya neteweya demokratîk ku altarnetîfa çareseriya krîza mirovî ye, hatin nîqaşkirin.

25 gulan 2024   17:13
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi sernavêˊAzadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn eˊ li kafeterya Tehlet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji tevahî pêkhateyan, panel li dar xist.

Endamê Şaredariya Gel Mihemed Xeryol mijara yekê ya panelê xwend. Xeryol bal kişand ser rewşa li Îmralî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku dûrî exlaq û mirovahiyê ne.

Xeryol wiha got: "Tecrîd tevahî urf û adatên navneteweyî bin pê dike. Lê Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide û tê dikoşe. Bi berxwedana wî, ew bû nimûna berxwedana li dijî faşîst û şerê taybet ên li dijî civakê."

ˊNETEWEYA DEMOKRATÎK LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST Eˊ

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Delal Mihemed mijara duyemîn xwend. Di mijara duyemîn de hat gotin modernîteya kapîtalîst di krîzeke bingehîn ên li ser 3 hêmanan (netewe-dewlet-endustirî-kapîtalîst) re derbas dibe ku ew jî sedema sereke ya şeran e. Delal anî ziman ku çareya herî guncaw li hember modernîteya kapîtalîst neteweya demokratîk-endustiya ekolojîk-civaka demokratîk e.

ˊLI DIJÎ RÊBERTÎ TUNDIYA SIYASÎ TÊ MEŞANDINˊ

Dûre beşdaran mijarên panelê nîqaş kirin. Şewirmendê berê yê muftiya Sûriyeyê, endazyar Basil Qes Nesrullah axivî û got: "Tundiya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin bi armanca tecrîdkirina wî ya siyasî ye û têkilî di navbera wî û gelan de qut be. Ev yek jî li dijî mîsaqên NYˊyê ne."

Nesrullah wiha domand: "Ger dîrok were lêkolînkirin, em ê bibînin ku piranî kesayetên banga aştiyê kirine hatine dûrxistin û tecrîdkirin; mîna pêxember Îsa û pêxember Mihemed. Her wiha kesayetên din jî mîna fîlozovan. Ocalan jî sembolê kesayeta azad a banga aştiyê dike. Divê serbest were berdan."

ˊCEZAYÊN DÛRÎ EDALET Û QANÛNÊˊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partî Demoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya Heşmend Şêxo axivî û got: "Rejîmên siyasî yên faşîst ji çîna rewşenbîran ditirsin ku desthilata wan hilweşe. Ji lew re siyasetmedaran digirin û dixin zîndanan."

Heşmend Şêxo got ew cezayên ketober ên li dijî rêberên Kurdan mîna Selahattîn Demîrtaş û Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û ew cezayên dûrî edalet û qanûnê ne. Şêxo bang li gelê Kurd bi taybet ên li dijî derve kir ku li dijî van cezayan dakevin qadan heta tevahî girtiyên siyasî û di serî de Rêber Abdullah Ocalan bê berdan.

ˊDEYNDARÊN RÊBERTÎ NEˊ

Endamê Meclisa Leşkerî ya YPGˊê ya Helebê Zagros Efrîn axivî û got ew YPGˊê û YPJˊê û bi baweriya bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan têgehên parastina rewa di civakan de xurt dikin ku parastina hebûna xwe li hember siyasetên kapîtalîstê biparêzin. Zagros Efrîn wiha got: "Em deyndarê Rêbertî ne. Ji ber ku Rêbertî felsefeyeke ronakbîrî pêşkêşî me kir ku yekitiya gelan, rêxistina wan li dijî êrişên radîkal xurt bikin."

Her wiha bi rêya onlinê endama Desteya Hevserokatiya PYDˊê Foza Yûsif û hevserokê PYDˊê Salim Muslim axivîn.

ˊÎMRALÎ SÛCEKÎ NAYÊ EFÛKIRIN Eˊ

Foza Yûsif got herêm di krîza mezin ku dişibe Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re derbas dibe. Ev şer bi derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir.

Foza wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan bi pêşniyarên xwe çareseriyên der barê nîjadperestiya olî, neteweyî û koletiya jinê pêşkêş kirin.

Foza girtîgeha Îmraliyê bi ˊSûcekî nayê efrûkirinˊ wesif kir.

Her wiha Salih Muslim jî bal kişand ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û fikirên wî yên rizgarkirina gelan bi destpêkirina gotina ˊKurdistana mêtinger eˊ, heta damezrandina PKKˊê û vegerandina Îmraliyê bo ronahiyekê ji bo belavkirina fikirê azad û felsefeya neteweya demokratîk.

Di dawiyê de beşdaran got divê asta têkoşînê were bilindkirin, fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava civakan de were belavkirin û divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê pêkanîn.

(fr)

ANHA