Heyva Sor a Kurd: Ji bo Kobanê korîdoreke însanî vekin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah ji ber rewşa kobanê got: “Divê bi awayekî lezgînî ber bi Kobanê ve korîdoreke însanî were vekirin.”

Heyva Sor a Kurd: Ji bo Kobanê korîdoreke însanî vekin
24 ÇILE, 2026   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah têkildarî dorpêça hikumeta demkî  û komên girêdayî dewleta Tirk a li ser Kobanê axivî û bang kir ku bi lezgînî korîdoreke mirovî were vekirin.

 Hediye Ebdullahê got ku dorpêça li ser Kobanê ji gelek aliyan ve rê li ber pirsgirêkan vedike û got: “Bû sedem ku xwarin, derman û mazot kêm bibe. Herî dawî jî hewa sar bû, berf bariya û vê jî rewşa giran a li wir hêj xerabtir kir. Her wiha bû sedema belavbûna nexweşiyan.”

Hediye Ebdullahê anî ziman ku têkildarî mijarê bi gelek saziyên têkildar re hevdîtin kirine da ku korîdoreke însanî were vekirin û got: “Li cihekî ewqas sivîl lê dijîn dive korîdoreke însanî were vekirin. Ceyran, av û înternet hatiye birîn. Naxwazin tiştên li wir tên jiyîn bi dinyayê re bên parvekirin. Li gorî agahiyên li ber dest; herî dawî şevê din pitikeke 2 mehî, yek a 3 mehî, zarokek 2 salî û zarokek 4 salî ji sermayê jiyana xwe ji dest dane. Divê korîdora însanî tavilê bê vekirin. Rewşa li wir krîtîk e û her ku diçe giran dibe. Heke korîdora însanî vebe, em amade ne ku bi lez û bez biçin wê derê.”