Wezîrê Almanyayê banga cezakirina berpirsên sûcên li perava û Siwêdayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Almanayê di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de bang kir ku pêwîst e hesab ji kesên sûc û binpêkirin li perav û Siwêdayê kirine were xwestin û destnîşan kir ku diviyabû hilbijartinên parlamentoyê li Hesekê, Reqa û Siwêdayê bihatana lidarxistin.

Wezîrê Almanyayê banga cezakirina berpirsên sûcên li perava û Siwêdayê kir
30 cotmeh, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johan Vadevoll di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de bang kir ku divê hesab ji tevahî kesên destên wan di komkujî û qetilkirinên li herêmên perav û Siwêdayê de hene, were xwestin û diyar kir ku nedubarekirina sûcên wiha gaveke bingehîn ber bi avakirina Sûriyeyeke nû ku tê de edalet û wekhevî heye, ye.

 Johan Vadevoll anî ziman ku girîng e têkoşîna li dijî "terorê" û kiryarên qaçaxçîtiya hişbirê û sînordarkirina serweriya Îranê heye û divê ev dosya di rêveçûna îstîqrara Sûriyeyê û herêmê de bibin xebatên pêşîn.

Vadevoll aşkera kir ku Berlînê 13 milyon euro ji bo piştgiriya hewlên mirovî li Sûriyeyê pêşkêş kirine û welatî wî dixwaza jinûve balyozxaneya xwe di demeke nêz de li Şamê veke.

Wezîrê Almanyayê da zanîn ku divê Sûriyeya nû ji bo tevahî pêkhateyan be û hilbijartinên parlamentoyê gaveke baş bû, lê wê hîna bawerî qezenc bikira ger li Hesekeê, Reqa û Siwêdayê jî pêk bihatan.

Vadevoll diyar kir ku Almanya piştgiriya yekitiya xaka Sûriyeyê dike û hewl dide rola Sûriyeyê bibe weke pira di navbera Ewropa û dewletên Kendavê de. Vadevoll got Berlînê piştgirî nedida rejîma Esed û bi avakirina têkiliyan bi Sûriyeya nû re li ser bingeha edalet û hevkariya herêmî bawer e.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Ehmed El Şeri wezîrê Derve yê Almanyayê pêşwazî kir û gelek dosyayên weke aborî, siyasî û ewlehî hatin nîqaşkirin.

(fr)