Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wan tekildarî qanûna çarçoveyî pêşniyarên xwe kirine.

Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da
13 tebax, 2026   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li qesra Serokkomariyê li ser qanûna çarçoveyî civiya. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP‘ê Efkan Ala û Serokê MÎT‘ê Ibrahim Kalin jî di hevdîtinê de cih girtin. Hevdîtin seateke û nîvê dom kir.

Piştî daxuyaniyê heyetê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye: “Îro, me li Beştepeyê bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û şandeya wî re civînek berhemdar li dar xist.

Me bi Serokkomar Erdogan re li ser pêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dan û standin kir. Di civînê de, hate teqez kirin ku qanûna çarçoveyî di Meclîsa Mezin a Neteweyî de bi 467 dengan hate pejirandin. Girîngiya qonaxa niha ya pêvajoyê û gavên ku divê werin avêtin bi hev re hatin nirxandin.

Tê teqezkirin ku vekirina deriyên serdemekê ku tê de demokrasî û qada siyasî bi vê qanûnê dê werin xurt kirin ji bo hemû welatiyên me û welatê me girîngiyek mezin e. Di civînê de îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî hate piştrastkirin. Hewldanên me dê berdewam bikin da ku pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe.

Em spasiya xwe ji hemû partiyên siyasî û beşên civakê re dikin ku heta niha bi piştgirî, pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe piştgiriya pêvajoyê kirine.