Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
16 sibat, 2026   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Di nava şandeyê de Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol hene.

Şande herî dawî 17'ê Çileyê çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribû.