Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê 2 bira girtin

Hêzên Îsraîlê ketin gundên Xedîr Bustan û Cebata Xeşeb ên Quneytîrayê û 2 bira girtin. 3 ciwanên din ku berê li Berîqayê hatibûn girtin, hatin berdan.

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê 2 bira girtin
16 sibat, 2026   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Quneytîrayê ragihand ku hêzên Îsraîlê ketin gundê Xedîr Bustan, bi ser malekê de girt û 2 bira girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê Cebata Xeşeb, malek kontrol kir û piştre vekişiya.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê 3 ciwan ku demek berê li bajarokê Berîaqyê girtibûn, berdane.

(bb)