Hewlên giştîkirina modela Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê

Oldarên bajarê Tebqayê diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di xurtkirina jiyana hevbeş a navbera ol, etnîk û baweriyan de êdî bûye modelek. Ji bo ku ev model li tevahî Sûriyeyê giştî bibe xebat tên kirin.

Hewlên giştîkirina modela Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê
14 nîsan, 2025   02:35
TEBQA

Rejîma Baas’ê di dema desthilatdariya xwe de hewl da di nav pêkhateyan de fitneyan derxe da ku civaka Sûriyeyê parçe bike û bi hêsanî wê kontrol bike. Lê li hemberî wê, Rêveberiya Xweser di navbera ol, ol, etnîk û baweriyan de projeya jiyana hevbeş esas girt. Da ku ew proje bibe nexşerêya Sûriyayiyan a dûrketina ji cudakariyê û welat li gorî hezkirin û jiyana hevbeş ava bikin.

Oldarên kantona Tebqayê destnîşan kir ku ev proje bûye modela rast ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.

Rêveberê Meclisa Olî ya kantonê Îbrahîm El Mihemed got: " Ji bo xurtkirina pirrengiya çandî û olî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek şaristanî û olên curbecur hatin. Gelek hewldanên bikaranîna vê pirrengiyê hatin kirin ku fitneyên etnîkî û iraqî derxin. Lê têkilyên dîrokî yên xwe dispêrin jiyana hevbeş a aştiyane di nava van pêkhateyan de li hember wan hemû hewldanan sekinî û têk birin."

El Mihemed wiha domand: "Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya mezhebên cihêreng ên li herêmê armanc dike ku desteyeke şopandina ol û baweriyan ava bike. Bi rastî mecliseke girêdayî kar û barên ol û baweriyan bêyî ku tu alî li derve bimînin hat avakirin. Ev meclis wê nûner û berdevkên mezheban hilbijêrin ku hevkarî û rêzgirtin were xurtkirin."

Hevserokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelêb El Betran  diyar kir ku meclis bi rêya xurtkirina jiyana hevbeş di nava ol û mezheban de girîngiyê dide xurtkirina aştiya şêniyan.

El Betran diyar kir ku ew ji bo belavkirina Belgeya Medîne Munewere li hemû cihên olî û mizgeftan xebatan dikin. Ji ber ku ev belge nûnertiya cewhera jiyana hevbeş a di navbera baweriyên cihêreng de dike, rêzê ji tevahî olan û rêûresman re dike û li gorî pransîbên banga hezkirin û aştiyê dike, ye.

El Betran wiha lê gotina xwe zêde kir: "Siberoja Sûriyeyê bi giştîkirina modela jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser tevahî xaka Sûriyeyê ve girêdayî ye."

El Betran wiha dawî li gotina xwe anî: "Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan bi hemû netewe, ol û mezhebên xwe ye. Em bi rêya sekina li dijî fitneyên ku dijmin hewl didin derxin, xebata pêkanîna jiyana hevbeş dikin."

(mh/fr)

ANHA