Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê dest bi xebatên sererastkirina stasyona kehrebeyê ya bajarê Curniyê kir û diyar kir ku wê di 10 rojên bê de stasyon bikeve xizmetê. Ev stasyon ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rastî zirarên mezin hatibû û ji xizmetê derketibû.

Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
Wê di 10 rojên bê de stasyona Curniyê bikeve xizmetê
14 nîsan, 2025   07:35
TEBQA
RÊNAD ELÎ

Desteya Enerjiyê ya Kantona Tebqayê di destpêka Adarê de, bi piştevaniya Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya jinûve sererastkirina stasyona kehrebê ya Curniyê da destpêkirin. Stasyona Curniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derketibû.

Di 3 û 4’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker  bi balafirên bêmirov stasyona Cirniye ya gundewarê Tebqayê bombebaran kiribû. Di encamê de stasyona sereke ya kehrebê wêran bû, kehrebe û av ji ser bajêr û 196 gundên girêdayî wê qût bûn. Her wiha ji ber bombebaranê torên kehrebe û alavên xizmetê telef bûn. Bi wê re êşên şêniyan girantir bûn.

Desteya Enerjiyê weke altarnatîf xeteke kehrebê ji bajarokê Ceiber kişand. Ew xet di bajarê Mehmodlî û gundê El Huriyê re derbas dibe, da ku kehrebê bide stasyona Curniyê ku alavên wê yên hundirîn werin parastina û avê ji şêniyan re were peydakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Çileyê de heman stasyon kir armanc, bi wê re xebatên tîmên awarte jî hatin astengkirin. Lê desteyê, weke çareyeke lezgîn ku av ji şêniyan re bê dabînkirin, ev pirsgirêk çareser kir.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantonê Macid El Ebdo ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: "Zirara bi stasyonê bûye ji sedî 80 ye. Lêçûna vê zirar nêzî milyonek û 500 hezar dolar e."

Der barê zirarên bi stasyonê de bûne El Ebdo wiha domand: "Ji bilî wêrankirina avahiyê, zirar bi tabloyên kontrolê, klîtên otomatîk ên 66 KV, trafoya tora bilind (voltaj) ên 66 KV, trafoya sereke ya 10 MW bûn û stasyon ji xizmetê derket."

El Ebdo ev tişt anî ziman: "Me di destpêka Adara borî de di aliyên teknîkî û tamîrkirinê de dest bi xebatên sererastkirina stasyonê kir."

Macid El Ebdo destnîşan kir ku tîmeke hevbeş a ji Rêveberiya Bendavan, Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqa û karkerên bajarokê Curniyê pêk tê, xebatên sererastkirinê didomîne.

El Ebdo diyar kir ku sererstkirin dabeşî çend beşan dibe; beşa laboratuwarê, kontrolkirinê, şiyan û tamîrkirina sivîl.

Macid El Ebdo di dawiyê de got: "Stasyon ji bo bajarê Curniyê û 196 gundên girêdayî wê di aliyê kehrebe û avê de, damara zindî ye. Çaverê ye di 10 rojên bê de stasyon bikeve xizmetê."

(mh/fr)

ANHA