Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû

Li gundê Til Talê, bermayê wêraniyê çîroka trajediya ku hat serê gund vedibêje, gundiyan biryar da ku xaça xwe careke din bilind bikin û dengê zegilê dêrê dîsa vejînin, mîna ku bibêjin: "Em li vir in... û em warên xwe bernedin."

Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
Ji nav kavilên bircê zengila dêra Til Talê dîsa bilind bû
14 nîsan, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dema ku Aşûrî di sala 1930’an de derbasî Sûriyeyê bûn, ji bo ku ji komkujiyan xilas bibin, ew li qiraxên çemê Xabûr bi cih bûn û ev geliyê ku di navbera Hesekê û Til Temrê de, bû warê wan a nû, li wir jiyana xwe ji nû ve ava kirin.

Berî ku xaniyên xwe ava bikin wan destpêkê dêrek ava kirin, mîna ku dixwestin kokên xwe yên giyanî di axê de biçînin. Dêra Til Tal yek ji wan şahidên zindî yên baweriya gel bû, lê îro ew dêr bûye kavil û xirbe, piştî ku hêzên tarî di şeva 23`ê Sibata 2015`an de êrişî wê deverê kirin.

DAGIRKERIYA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê: ŞEVEKE DIRÊJ A MIRIN Û WÊRANIYÊ

Çeteyên DAIŞ’ê di bin tariyê de derbasî gundên Xabûrê bûn û yek ji rûpelên herî reş ên dîroka herêmê nivîsandin. Gund hatin şewitandin, zêdetirî 250 kes dîl hatin girtin, dêr hatin wêrankirin û hilweşandin. Ew wêranî ne tenê xerakirina avahiyên kevirî bû, lê hewldana ji holê rakirina bîr û hebûna gelkî bû.

Serokê Meclisa Gel a Asûriyan li Cizîrê Îlyas Enter yê 80 salî, tîne bîra xwe çawa wan dêr ava kir û pêş xistin û piştre çeteyên DAIŞ'ê hatin û ew dêrê hilweşand. Enter got, "Berî her tiştî me Dêr ava kir. Ew xaniyek kevn bû ku me ji bo îbadetê bi kar tanî. Bi demê re, me hêdî hêdî pêş xist, heya ku di salên 1990'î de me karî bi rengekî nûjen û bedew ava bikin."

Her wiha got: "Dêr ne tenê avahî bû, lê beşek ji nasnameya me û sembola dîroka me bû,".

 Lê di 23’ê Sibata 2015’an de tenê şevek bes bû ku çeteyên DAIŞ`ê vê mîrateya dewlemend ji holê rakin. Çeteyên DAIŞ’ê herêma Xabûr û gundewarên Til Temirê dagir kir û dêr û cihên îbadetê kirin hilweşandin. Çete tenê bi wêrankirina wan deveran têr nebûn, bi vê yekê pesnê xwe didan, 8 dêr hilweşandin û gotin  "Ev ji bo gelê Aşûrî diyariya cejnê ye".

Dêra Til Tal yek ji wan dêran bû ku hate wêrankirin, dîwarên wê bûn kavil, û dîroka wê ya bi dehan salan hate windakirin.

BIRCA ZENGILÊ DÎSA BILIND DIBE

Lê vîna jiyanê ji xemgîniyê xurtir bû. Xelkê Til Talê piştî êşa bi salan, biryar dan ku xaça xwe careke din bilind bikin û birca zengilê ji nû ve ava bikin da ku dengê wê bi esmanan bikekeve. Şêniyên gund ên ku li derve dijîn alîkarî dane vê projeyê. Şêniyên gund dest bi avakirina tiştên ku wêran bûbûn kirin, mîna ku bîranînên xwe ji bin kavilan vejînin.

Enter dibêje ku ji nû ve avakirina birca dêrê û bilindkirina xaçê "peyama xweragirî û jiyanê ye ji bo gelê Tl Talê û şêniyên Xabûrê" û tekez kir ku gelê herêmê îro gund, dîrok û çanda xwe diparêze.

RÊYEKE DIRÊJ A HÊVIYÊ

Ne tenê Til Talê wêran bûye, hemû gundên Aşûriyan ên Xabûrê bi destê wan hêzên tarî wêran bûn. Hin gund bi tevahî hatin valakirin, hinên din ji çend şêniyên wan vegeriyan û qebûl nekirin ku li derveryî warên xwe bimînin. Li Til Talê, ku nîşanên wêraniyê lê xuya dikin, şênî dixebitin ku gundê xwe mal bi mal ava bikin û bîranînên xwe vejînin.

Îlyas Enter wiha dawî li axaftina xwe anî: "Emê li gundên xwe bimînin. Wê şaristanî, dîrok û çanda me li ser vê xakê û li van gundan bimîne. Tişta ku em îro dikin ew e ku jiyanê vedigerînin gundên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin valakirin û wêrankirin. "

(k)

ANHA