Hewldanên lezgîn ji bo xebitandina stasyonên di êrişan de wêran bûne

Desteya Enerjiyê ji bo sererastkirina stasyonên ji ber êrişan zirar dîtine, di nava hewldanan de ye. Hevserokê desteyê Ziyad Rustem diyar kir ku trans û gelek parçeyên di êrişan de xirab bûne, li herêmê peyda nabin.

Hewldanên lezgîn ji bo xebitandina stasyonên di êrişan de wêran bûne
10 mijdar 2024   05:10
REQA
ENES MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 23-26ˈê Cotmehê de êrişên dijwar li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbûn. Di wan êrişan de, stasyonên kehrebe, gaz û petrolê, kargeh rasterast hatin bombebarankirin û ji xizmetê dreketin.

Têkildarî zirarên li qada kehrebeyê bûne, hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ziyad Rustem ji ajansa me re axivî. Rusem bi bîr xist ku binesaziya herêmê û navendên stratejîk, di 2 salan de çendîn caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin.

Cotmeha 2023`yan û Cotmeha 2024`an binesaziya herêmê ji aliyê artêşa dagirker ve hatibû bombebarankirin.

Rustem îşaret pê kir ku di êrişên 2023`yan de, giranî li ser stasyonan bû, piştî sererastkirina hin beşên wan, tenê ji sedî 50 hatin xebitandin.

‘BEŞÊN HERÎ GIRÎNG ÊN STASYONAN KIRIN HEDEFˈ

Rustem da zanîn ku di êrişên 24`ê Cotmehê de stasyonên kehrebeyê yên bajarên Kobanê, Tirbespiyê û Amûdê hatin bombebarankirin ku di encamê de rewş aloztir bû.

Li gorî Desteya Enerjiyê, transên stasyonan (66 kîlowat) ku beşê herî girîng ên strasyonê û bêyî wê stasyon naxebite ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.

ÇARESERIYA DEMKÎ

Li gorî Rustem ji bo çareserkirina pirsgirêkê, Desteya Enerjiyê li kantonan torên 20 kw ji stasyonên dora herêmên hatine bombebarankirin, kişand û bi torên li van herêman ve girêdan. Bi vî awayî kehrebe ji firin, aş, malên şêniyan û stasyonên ava vexwarinê re peyda kirin.

Rustem wiha domand: "Mixabin ji ber ku me torên herêmên hatine topbarankirin bi torên ji herêmên dora wan kişandin ku ew jî 20 kîlowat in û dûr in, kehrebe bi hêzeke lawaz digihêje herêmên topbarankirinî. Mînak em kehrebeyê ji bajarê Qamişloyê didin bajarê Amûdê, û ji bajarê Amûdê didin Dirbêsiyê."

Dûrbûn, bandor li hêza kehrebeyê dike ku bandorê li derxistina avê ji bîran jî dike û bi zehmetî pêdiviyên şêniyan têne peydakirin.

ZEHMETIYÊN PEYDAKIRINA PARÇEYAN

Ziyad Rustem da zanîn ku li sûka herêmê parçeyên amûrên wêran bûne, peyda nabin û anîna wan ji derve jî ji ber dorpêçê gelek zhemet e.

Rustem da zanîn ku deste hewil dide transan ji derve bi rêya şîrketên peyda bike, her wiha hewl dide transên berê yên di depoyan de kontrol bike û jê parçeyên pêwîst derxin ji bo ku transên di topbaranê de wêran bûne, sererast bikin.

 (şx)

ANHA