`Operasyona Ewlehiya Domdar bi pêşengiya jinên şervan e`

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn general Zehra Xelîl got: "Operasyona Ewlehiya Domdar bi pêşengiya jinên şervan ên ji tevahî hêzên beşdar bi rê ve diçe. Li ser agahiyên ku DAIŞ di nava kampê û dora wê de çalak e, me dest bi vê operasyonê kir."

`Operasyona Ewlehiya Domdar bi pêşengiya jinên şervan e`
10 mijdar 2024   06:10
HESEKÊ
RÊNAS RIMO

Operasyona "Ewlehiya Domdar" a ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev 4 roj e li beşa Muhacîrat û jinên iraqî yên li kampa Holê berdewam e. Hêzên beşdar destpêkê xebatên lêgerînê yên berfireh li başûr û bakurê bajarê Holê heta sînorên Iraqê meşandin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn general Zehra Xelîl ji ajansa me re axivî û got: "Operasyona Ewlehiya Domdar ev 4 roj e bi xebatên lêgerînê li beşa Muhacîrat û jinên iraqî ya li kempa Holê berdewam e. Di xebatan de xendeq û amûrên elektronîk hatin dîtin."

Zehra diyar kir ku operasyon li gorî plansaziya hêzên Odeya Operasona "Ewlehiya Domdar" didome û da zanîn ku piştî wergirtina agahiyan ku DAIŞ hewl dide xwe bigihîne kampa Holê û hin malbatan jê birevîne û piştî şopandina tevgerên aşkera yên çeteyan li dora Kampê operasyon dest pê kiriye.

OPERASYONA "EWLEHIYA DOMDAR" BI PÊŞENGIYA JINAN DIDOME

Zehra da zanîn ku operasyon bi pêşengiya şervanên jin ên ji tevahî hêzên beşdar didome û di her du rojên destpêkê de xebatên lêgerînê yên berfireh heta sînorên Iraqê meşandine.

Her wiha Zehra wiha pê de çû: "Jinên şervan di vî warî de xwedî tecrube ne. Malbatên DAIŞ`ê bi taybet jinên wan, bi awayekî nebaş bi van şervanan re didin û distînin. Heta niha operasyon serkeftî ye."

Di dawiyê de Zehra got: "Operasyon li gorî plansaziyê û heta bidestxistina armancên wê û tunekirina xetereya çeteyên DAIŞ`ê li ser niştecihên kampê û herêmê dê bidome."

(şx)

ANHA