Di roja duyemîn a festîvalê de berhemên nû

Di roja duyemîn Festîvala Hunera Zarokan de 10 kom daketin ser dikê û hunerên xwe nîşandan.

2 îlon, 2025   21:39
QAMIŞLO

Festîvala 10’emîn a Hunera Zarokan li bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê  hate destpêkirin di roja duyemîn de dewam dike.

Festîval bi dirûşma " Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan" ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve û bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hatiye birêxistinkirin bi hunerên nû dewam kir.

Ji tevahiya pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîsê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.

Di roja duyemîn de Koma Kulîlkên Rojava ya ji Dêrikê û Koma Kulîlkên Koçerat stran gotin. Koma Hêvî ya ji Dêrikê şano pêşkêş kirin. Dûre Koma Dîcle û Firatê govendên folkorî yên kurdî, Koma Reseniya Cizîrê ya ji Til Hemîsê stran gotin. Her wiha Koma Efrîn a ji Qamişlo şano û Grupa Karatê ya ji Qamişlo berhemên werzîşî pêşandan.

Koma Koçerat a ji Dêrikê ya govendê, Koma Şehîd Zîlan û Koma Şehîd Viyan ji bajarokê Maşûqê stran pêşkêş kirin.

Roja duyemîn a festîvalê bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên beşdar bi dawî bû.

(şx/bb)

ANHA