Hevserokên MSD`ê yên nû kî ne?

Di kongreya 4′emîn a MSD’ê de Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz ji bo hevserokatiya MSD`ê hatin hilbijartin.

Hevserokên MSD`ê yên nû kî ne?
20 kanûn, 2023   22:14
REQA

Di kongreya 4`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ku li Reqayê bi beşdariya 400 delegeyan li dar ket, Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz wek hevserokên MSD`ê li şûna Riyad Dirar û Emîne Omer hatin hilbijartin. 

LEYLE QEREH MAN

Li Efrînê sala 1980`yî ji dayik bûye. Di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de xebatên xwe yên siyasî zêde kirin, bi taybet li gel tevgerên siyasî yên jinan.

Leyla Qereh Man, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekir. Dûre xebatên xwe yên siyasî li Lubnanê wek nûnera têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star meşandin. Li wir hewl da têkiliyan jinan ên bi jinên ji Afrîkayê re xurt bike. 

Leyla Qereh Man, di kongreya 3`yemîn a MSD`ê de ku 2018`an li dar ket, tev li MSD`ê bû. Wek endama Meclisa Serokatiyê û cîgira Hevserokatiya MSD`ê cih girt. Sala 2020`na tev li Partiya Sûriya Pêşerojê bû û wek cîgira serokê partiyê xebitî.  

MEHMÛD DEHAM EBDULEZÎZ EL MISLET

Li Hesekê sala 1974`an ji dayik bûye. Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî diploma bi dest xistiye. Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin ên Amerîkayê de mamoste ye.

Sala 2014`an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlêbûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hate girtin.

Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Di partiyê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Amerîka û Kanadayê bû.

Serokê Navenda Çanda Erebî-Amerîkî ya Lêkolînên Îslamî ya li bajarê Lorîn ê Ohioyê, serokê Beşa Lêkolînên Qanûn û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Commonwealth a Amerîkayê, gerînendeyê şîrketa MDM a lêkolîn û şêwirên qanûnî û perwerdeyê û yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.

(şx)

ANHA