Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtinê Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel bikin çûn Girtîgeha Kandirayê.

Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel
16 tîrmeh, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn Girtîgeha Girtî ya Kandirayê ya Kocaeliyê a bajarên Tirkiyê.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ku ji Doza Kobanê girtî ye û Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel ziyaret kirin.

Di serdanê de, dê li ser pêvajo û pêşketinên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş bên kirin.