Li Qamişloyê krîza avê didome..sozên nû yên şaredariyê

Krîza ava vexwarinê ya li 6 taxên bajarê Qamişloyê didome. Şaredariyê sozên nû dan.

Li Qamişloyê krîza avê didome..sozên nû yên şaredariyê
16 tîrmeh, 2025   14:40
QAMIŞLO

Ji çend hefteyan ve li 6 taxên Qamişloyê ya kantona Cizîrê krîzeke giran a avê heye. Ev tax zehmetiyên qutkirinên dubare yên avê dikişînin.

Vê mijarê hişt ku şênî bi buhayên giran avê ji tankeran bikirin û vê yekê barê şêniyan, nemaze li gel bilindbûna pileyên germahiyê, zêde kir.

Beriya du rojan Şaredariya Gel a Qamişloyê daxuyaniyek dabû. Şaredariyê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku krîzeke rastîn a ava vexwarinê heye, sedem û çareseriyên hatine pêşniyarkirin, aşkera kirin.

Ji bo zelalkirina vê rewşê piştî daxuyaniya şaredariyê, ajansa me nirxandinên hevseroka Şaredariyê ya Qamişloyê Bêrîvan Omer girtin.

Bêrîvan Omer diyar kir ku şaredarî van zehmetiyên rojane yên şêniyan baş dizane û destnîşan kir ku xerabûna jeneratoran astengiya sereke bû, lê xebatên temîrkirinê berdewam in. Bêrîvanê got dê di van de jenetor ji nû ve bikevin xebatê û dê ji hefteya bê ve hêdî hêdî av bi awayekî baş were berdan.

Têkildarî tedbîr û çareseriyên şaredariyê, Bêrîvanê anî ziman ku şaredarî çareseriyên demkî pêk nayne, lê planên stratejîk ên demdirêj bi cih tîne, wekî kolandina bîrên nû li hundirê bajêr.

Hevseroka Şaredariyê ya Qamişloyê Bêrîvan Omer ji şêniyan xwest bi şaredariyê re hevkar bin.

(fr)

ANHA