Ji destpêka êrişan ve li Siwêdayê 250 kes hatine kuştin

Ji destpêka pevçûn û êrişên dijî Siwêdayê ve nêzî 250 kes hatine kuştin.

Ji destpêka êrişan ve li Siwêdayê 250 kes hatine kuştin
16 tîrmeh, 2025   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji ber pevçûnên li Siwêdayê ji 13ˊê Tîrmehê ve nêzî 250 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHRˊê, 21 kes (3 jê jin) li qadan ji hêla hêzên wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine darvekirin.

SOHRˊê destnîşan kir ku bi guleyên obîs û hewanan û balafirên bêmirov taxên bajarê Siwêdayê û gundê Sehwet El Belata hatin bombebarankirin. Di encamê de gelek qurbanî çêbûn, kehrebe û înternet li ser şêniyan qut bû.

Bangên şêniyan ên rawestandina rageşiyê û dabînkirina korîdorên ewle ji bo derbaskirina alîkariyan dewam dikin û hat gotin ku divê parastina kadroyên tibî û sivîl li gel hilweşîna xizmetguzariyên bingehîn were kirin.

(fr)