Hevserokên DEM Partiyê binçav kirin

Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Esenyûrtê ya başarê Stenbolê bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin binçavkirin. Polîsan di heman demê de di avahiya navçeyê de lêgerîn jî kirin.

Hevserokên DEM Partiyê binçav kirin
20 sibat, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Esenyûrta Stenbolê Bahar Karataş û Fatîh Ergun îro serê sibê li malên xwe hatin binçavkirin. Polîsan li malên herdu hevserokan lêgerîn kirin. 

Di heman saetê de polîsan di avahiya navçeyê de lêgerîn jî kirin. Polîsan di lêgerînê de dest danîn ser gelek pirtûk, kovar û kompîturan.

Derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin.