Şêx El Xeznewî piştî 18 salan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî piştî 18 salan hat Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. El Xeznewî serdana gora bavê xwe şehîd Mihemed Meşûq El Xeznewî û Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.

20 sibat, 2024   11:18
NAVENDA NÜÇEYAN

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî duh di deriyê Sêmalkayê re derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. 

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Kongraya Îslama Demokratîk Mele Ebdurehman Bedirxan, Hevserokê Weqfeya Al El Beyt ya bajarî Dêrikê Sînan Derwîş, Hevserokê Saziya Olî ya navçeya Girkê Legê Şêx Mihemed Emîn, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan û Şêxê Tarîqata Sofî ya Aadirî li Sûriyê Mihemed El Qadirî ve hat pêşwazîkirin.

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî şandeya pêşwaziya wî kiribû, serdana gora bavê wî ya li taxa Qidûrbek ali bajarê Qamişloyê kir. Piştre li gel Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed Reşîd Xerzanî jî serdana  Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.

Bavê Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî, Maşûq El Xeznewî ji aliyê hêzên îstîxbarata hikumeta Şamê ve hatibû revandin û di 1’yê Hezîrana 2005’an de ji aliyê wan îstîxbarata Şamê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina bavê xwe, Murşid El Xeznewî ji Sûriyeyê derket.

Îro li Qamişloyiê civînên cuda ji Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî re tên lidarxistin.

(eg)

ANHA