Hevserokê Meclisa bajarokê Ezbe hat qetilkirin

Hevserokê bajarokê Ezbe Xelef Elî El Hisên di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.

Hevserokê Meclisa bajarokê Ezbe hat qetilkirin
4 mijdar, 2024   14:21
REQA

Hevserokê Meclisa Bajarokê Ezbe Xelef Elî El Hisên di êrişeke çekdarî ya li bakurê kantona Dêrazorê de hat qetilkirin.

Kesên ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li hevserokê El Hisên reşandin û ew qetil kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)

ANHA