Raportora PE’yê: Divê YE bersiveke pir zelal nîşan bide

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî xepê kirina qeyûman da û diyar kir ku divê YE bersiveke pir zelal nîşan bide.

Raportora PE’yê: Divê YE bersiveke pir zelal nîşan bide
4 mijdar, 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

 Bertekên li dijî xespê kirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê bakurê Kurdstanê didomin.

 Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor têkildarî tayînkirina qeyûman li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Niiha jî dora Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ye ku DEM Partiyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên dawî de bi ferqeke mezin qezenc kiribû. Îdia çi dibin bila bibin, ev pergala qeyûman êrişeke eşkere ya hikûmeta tirk a li dijî demokrasiyê ye. Xespkirina îradeya gel e. Divê Yekitiya Ewropayê bersiveke pir zelal bide.”