Malbatên şehîdan pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê "cezayên disîplînê" ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, şermezar kirin.

Malbatên şehîdan pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir
4 mijdar, 2024   14:13
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê "cezayên disîplînê" ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, şermezar kirin. Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya endamên deste û saziyên kantonê hate dayîn.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Heyfa Haşim û Mihemed Welo daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde kirine, li dijî qanûnên navneteweyî ne. Hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji van cezayan şikandina vîna gelê Kurd û azadîxwazan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan ji 26 salan ve li hemberî mercên îşkence û qirkirinê berxwedaneke dîrokî dike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî ya li hemberî pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê hat şermezarkirin û bang li hêzên demokrat ên cîhanê û gelê Kurdistanê hate kirin ku rola xwe di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de xurt bikin.

(bb)

ANHA