Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan li Îngilistanê dest bi hevdîtinan kir

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re li Îngilîstanê dest bi hevdîtinan kirin.

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan li Îngilistanê dest bi hevdîtinan kir
26 hezîran, 2025   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtinên li Almanyayê çû Îngilistanê. Şandeya di bin serokatiya Bakirhan de îro beşdarî civîna maseya gilover a Chatham House ya ku navenda ramanê ya navdar a cîhanê ye, bû.

Gelek kesayetên navdar ên ku di nava wan de siyasetmedar jî hene beşdarî civînê bûn. Bakirhan têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin agahî da û pêşniyar û perspektîfa çareseriyê ya DEM Partiyê ya di derbarê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de parve kir.

Bakirhan piştre beşdarî sempozyûma ku li Meclisa Lordan hat lidarxistin, bû.

Siyasetmedarê Kurd ê li sirgûnê Osman Baydemîr û siyasetmedarên Îngîlîz jî beşdar bûn. Çapemeniya Îngilistanê eleqeyek mezin nîşanî sempozyûmê da.

Bakirhan der barê pêvajoyê de agahî da û daxwaza piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.

Bakirhan anî ziman ku rewşa ku 100 sal berê li herêmê hatiye avakirin bi xwe re kaos, şer û pevçûn aniye û destnîşan kir ku divê her kes bi perspektîf û felsefeyeke nû nêzîkî çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bibin.