NY: Tevî rûxandina rejîma Esed jî bazirganiya captagonê didome

Nivîsgeha Madeyên Hişbir û Sûcan a NY'yê diyar kir ku tevî rûxandina rejîma Beşar Esed, hilberîn û belavkirina captagonê li Sûriyeyê didome.

NY: Tevî rûxandina rejîma Esed jî bazirganiya captagonê didome
26 hezîran, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporekê de diyar kir ku tevî ketina rejîma Beşar Esed, lê Sûriye hîna jî navendeke sereke ya çêkirin û belavkirina madeyên hişbir e.

Seroka Karûbarên Civakî ya Nivîsgeha Madeyên Hişbir û Sûcan a NY'y Angela Me got: "Der barê mijara hilberîna madeyên hişbir li Sûriyeyê de nezelaliyeke mezin heye. Bo nimûne, beşek mezin ji Sûriyeyê bi rêya Urdunê derdikeve."

Angela Me diyar kir ku ew ji bo naskirina cihê belavkirina madeyên hişbir lêkolînê dikin û got: "Bazirganî li ser asta herêmê berfireh bûye. Me taqîgeh li Lîbyayê vedîtine."

Angela Me destnîşan kir ku hin kom li Sûriyeyê hene dixwazin bazirganiya madeyên hişbir ne tenê li Sûriyeyê lê li tevahiya herêmê bidomînin û got, ev koman ji demek dirêj ve bazirganiya captagonê ve bi rêve dibin.

 (mh/bb)