Hevserokatiyeke nû ya Meclisa Rêveber a Dêrazorê hat erkdarkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê li ser erkdarkirina Mihemed Dexîl û Şahînaz El Hefel bo hevserokartiya Meclisa Rêveber a kantonê erê kir.

Hevserokatiyeke nû ya Meclisa Rêveber a Dêrazorê hat erkdarkirin
11 gulan, 2024   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê rûniştinek li dar xist. Di rûniştinê de hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê û cîgirê hevserokatiya meclisê Yasir Silêman û endamên Meclisa Gelan a kantonê amade bûn ku hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê erkdar bikin

Rûniştin bi xwendina daxwaznameya hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê hat destpêkirin ku ew ji erkên wî were efûkirin. Dûre dengdayîn çêbû û hat erêkirin.

Piştre Mihemed Dexîl û Şahînaz El Hefel weke hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Darazorê hatin pêşniyarkirin. Beşdaran dengê xwe da û hatin erêkirin. Dûre wan sond xwar û erkên xwe wergirtin.

(fr)