Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê piştî kongreya xwe ya 4ˊan di 27ˊê Adarê li dar xistbû de, ev civîna yekemîn e li dar dixe. Di civînê de behsa pêşdeçûnên siyasî û rewşa rêxistinê ya partiyê hat kirin. Her wiha 4 cîgirên hevserokatiyê hatin hilbijartin û Desteya Rêveber hat avakirin.

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist
11 gulan, 2024   17:44
REQA

Di civînê de endamên Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û hevserokên partiyên Ebid El Mihbaş û Kewser Doko beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko bixêrhatina encamên meclisê kir û dûre rewşa siyasî ji hêla hevserokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Mihbaş ve hat şîrovekirin.

El Mihbaş behsa pêşdeçûn û bûyerên siyasî li herêmê û Rojhilata Navîn kir û got: "Rewşa herêma Rojhilata Navîn zehmet e û gelên wê rûbirûyî xeteriyên rasteqîn in."

El Mihbaş wiha domand: "Li herêmê şerekî germ di navbera Îran, Hemas û Îsraîlê de heye. Bi taybet piştî qetilkirina fermandarên leşkerî yên Îranê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de."

Der barê hilbijartinên şaredariyan de jî El Mihbaş wiha anî ziman: "Piştî mehrûmkirina gel ji tevahî mafên xwe ji hêla desthilatan û fikrên wê yên çewsîner, lidarxistina hilbijartinên şaredariyan gaveke girîng e. Ev hilbijartin nîşan dide ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî kantonên xwe ji bo pêkanîna hêviyên gel tova destpêkê diçîne."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Her wiha piştre jî rewşa rêxistinî ya meclisê hat nîqaşkirin. Avakirina Desteya Rêveber a partiyê hat temamkirin. 4 cîgirên hevserokatiyê hatin hilbijartin, hevserokên nivîsgehên navendî yên partiyê hatin erkdarkirin.

(fr)

ANHA