Li Dera leşkerek hatin kuştin

Li Derayê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye tevlihevî û bêîstîqrarî heye.

Li Dera leşkerek hatin kuştin
11 gulan, 2024   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dera 24, kesên nenas bi bomeyekê erebeyeke leşkerî li ser rêya bajarokên Şecer û Sehem ên li herêma Colanê ya li rojavayê Derayê de hedef girt, di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 leşkerên şaxê îstîxbarata leşkerî ya hêzên Şamê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku kesên nenas li bajarê Newa yê Derayê gule li hundirê dermanxaneyekê reşandin, di encamê de dermanfiroş û zarokekî nexweş birîndar bûn.

Di bûyereke din de kesên nenas li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê gule reşandin, di encamê de welatiyek birîndar bû.