Hevrêya şehîd Zelal: Zelalê dîrok û şopeke pir mezin hişt

Şehîd Zelal Zagros zêdetirî 6 salan li Ermenistanê tê koşiya, meşa xwe ya li wî welatî wek vejîneke nû îfade dike. Hevrêya têkoşînê ya şehîd Zelal, Dîlan Spertî got şehîd Zelal dîrokek û şopeke pir mezin li her cihê ku lê kar kiriye, hiştiye.

Hevrêya şehîd Zelal: Zelalê dîrok û şopeke pir mezin hişt
19 ÇILE, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşer Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) di nava 31 salan de li çar aliyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek deverên din têkoşîna azadiyê meşand, 18`ê Çileya 2024’an li Kerkûkê di êrişeke suîqastê ya îstîxbarata Tirk de hat şehîdxistin. Yek ji cihên ku şehîd Zelal lê şopên xwe hiştine jî Ermenistan e.

Şehîd Zelal piştî çiyayên azad û Başûrê Kurdistanê di 16ˈê Cotmeha 2006ˈan de dibe rêwiya Ermenistanê. Di rojnivîsên xwe de meşa xwe ya li Ermenistanê wek îfadeyeke nû pênase dike û wiha dibêje: "Meşa 6 sal û nîv a li welat ji bermahiyê Qirkirina 1915’an (Erîvana Ermenistanê) ber bi welatê rojê Kurdistanê ve, ji bo min zayînekê îfade dike.Piştî salên dirêj li welatekî ku ne çanda te, ne zimanê te, ne urf û rengê te nas nake û tu li nav wan bijî, kêm be jî hinekî zor û zehmet e. Her çi qasî zor be jî lê bi heval û hogirên xwe yên hêja û durist re jiyan pir xweş e. Bi rastî ne dayik, ne bav, ne xwişk û ne jî bira nikarin cihê vê hevaltiyê dagirin. Kî çi dibêje bila bêje me dîtiye û em dizanin. Çi qas pirsgirêk û nefêmkirin hebin jî, lê hevaltiya me ya nav tevgerê ji her tiştî mezintir e, ji ber ku bê berjewendî û bê eşîrtî ye. Lê xwedî hêza bîrdozî û exlaqî ye û felsefeya jiyana wekhev e. Lewre tu kes nikare vê rastiyê veşêre."

Dîlan Spertî ku demeke dirêj li gel şehîd Zelal Zagros hevrêtî kiriye û têkoşîn meşand, qala xebata wê kir. Nirxandinên hevrêya şehîd Zelal, Dîlan Spertî wiha ne:

"Di kesayeta şehîd Zelal de ez hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li ber keda wan ditewînim. Heger em heqîqeta hevala Zelal bînin ser ziman ne pênûs û ne pelên spî têrê nakin. Lê ji bo nifşên nû divê em heqîqeta hevala Zelal bidin nasîn.

Me salên dirêj bi hev re kar kir. Heval Zelal sala 1995ˈan derbasî çiya bû. Cara pêşîn çavê min li hevala Zelal ket, bi ken bû. Bi kenê xwe dihat naskirin. Dema me hev dît me hev hembêz kir. Hevala Zelal ji dil ji insanan hez kir, ji dil dikeniya û hevaltiya wê jî ji dil bû. Sala 2002ˈyan bi pêşengiya şehîd Helmet û şehîd Viyan Soran Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li Başûr ava bû. Ez van hevalên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevala Zelal jî cihê xwe di rêveberiya partiyê de digirt.

Ez û hevala Zelal hem di nava hêzên leşkerî (Partîzan) yên PÇDK’ê de û hem jî di qada civakî de me kar û xebat dida meşandin. Me li Biradostê, Xinêrê, Silêmanî, Kelarê, Hewlêr û Kerkûkê kar kir. Hevala Zelal diçû kîjan qadê zû dibû yek ji civaka wê û zû hînî soranî bû. Zelal demekê berpirsa partiyê ya qada Kerkûkê bû û li ser xebata civakî disekinî. Bi taybetî di aliyê jinan de civîn ji wan re çêdikirin, li wan guhdarî dikir, pirsgirêkên wan hebûna çareser dikir.

Hevala Zelal ferq û cudahî nedixist navbera parçeyên Kurdistanê û deverên biyanî. Bi çavê herêmî na, lê bi çavê mirovatî û hezkirin dinêrî. Bi wê hezkirina xwe cihê xwe di dilê kesên ew dîtine û ew nas kirine de hişt.

Hevala Zelal însaneke ku xwe bi keda xwe mezin kir û bi keda ku dikir dihat naskirin. Li cihên zor û zehmet kar dikir. Digot divê mirov xwedî ked be û tiştên hazir nedixwest. Nirx dida keda mirovan. Ji bona vê rihê hevala Zelal û kesayeta wê cuda bûn. Di mercên herî zor û zehmet û heya di nava şer de jî rû li ken bû. Me tu carî hevala Zelal bê moral nedît. Bi coş, moral û ken tev digeriya. Cihê hevala lê bû hezkirin, hevaltî, moral û duristbûnê lê hebûn.

Hevala Zelal xwedî pîvan bû, her tişt zû qebûl nedikir. Di têkoşîna xwe ya zayendî de zelal bû û tawîz nedida. Çiqasî rexne dikir jî heval ji rexneyên wê aciz nedibûn, berevajî vê hevalan jê hez dikir, ji ber ku nêzîkatiyên wê tu carî însan nediêşand. Zelal bê çare nedima. Her tim alternatîf peyda dikir û ji tunebûnê hebûn û derfet diafirandin.

Heval Zelal derbasî kijan malê dibû, malbat pê bandor dibû. Heya niha gelê wir behsa xebatên wê dikin û wê bi bîr tînin. Pir cidî nêzî karên xwe dibû, berpirsyariyên xwe bi cih dianî û encamanên ked û xebata xwe digirt. Bi saya hevala Zelal, heval Viyan Soran û şehîd Helemt rewşa Silêmanî û Kerkûkê pêş diket.

Dikarim bêjim ku xebata hevala Zelal li Başûrê Kurdistanê rengîn bû. Hem di qada leşkerî de, hem jî di qada civakî, siyasî, dîplomasî û jin de xebat dikir. Di hemû qadan de jî têr û tijî bû. Rêxistinê berê wê dida ku jê piştrast bû, dizanî ku wê karê xwe bi serketî pêk bîne. Di xebatên PÇDK’ê de kedeke mezin da.

Di sala 2006’an de ez û hevala Zelal me di Koma Jinên Bilind (KCB) ku niha navê wê bûye Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) de xebat dikir. Di 2006’an de ez û hevala Zelal ji Başûr bûn rêwiyên Ermenistanê.

XEBATÊN LI ERMENISTANÊ

Dema em çûn Ermenistanê zor û zehmet bûn. Hevala Zelal di aliyê fîzîkî de zehmetî dikişand û carê bêhna wê teng dibû, lê îrade, girêdana bi xeta serokatî, şehîdan, rêxistinê, her wiha girêdana bi gel ve hemû zor û zehmetî derbas kirin.

Hevala Zelal çanda gelê Ermenistanê, bi taybetî çand, ol, nêzîkatî û hesasiyeta civaka me yê Êzidî zû fêm kir, wate daye, dizanî wê çawa nêzîk bibe û heskirina xwe di dilê wan de çêkir.Me li gundên Heto Gelto, Extûberiya, Îçme Zînê û gundê Ereqsê kar dikir. Me serdana malbatan dikir. Heval Zelal êş û derdê wan fêm dikir. Ji derdê wan re dibû derman û ji pirsigrêkên wan re dibû çareserî.

Hevala Zelal mutewazin bû, xwe di ser kesî re mezin nedidît û kesek biçûk nedixist. Bi keda xwe dihat naskirin. Diçû ku derê bi keda destê xwe û fikrê xwe di hemû milan de diafirand, pirsgirêk li ku derê bû heval Zelal diçû wir û çarser dikir.

FEDAKAR BÛ

Cihê herî zor û zehmet hebûna heval Zelal li wir bû. Tu carî cihê xweş ji bo xwe nedixwest, lê ji hevalên xwe re dixwest. Mînak gundê Elegezê pir sar e. Çiyayê wê bi nav û deng e; hevalan navê wê kiribûn Çarçela, ji ber ku her berfa kevin û nû bi ser hev de kom dibû, tav sê mehan dernediket, erebe nedikarîbûn derbasî wir bibûna. Lê hevala Zelal digot ’bila heval neçin wir, ez ê biçim’. Dikarim bêjim, Zelal bi hevalên xwe difikirî û jiyana xwe ji bo wan feda dikir.

Li Ermenistanê Saziya Kurdistan Qomîte û Şewira Gelê Kurd hebûn. Ev her du saziyên me di nav dewletê de fermî bûn. Zelal di nava van saziyan de cih xwe digirt. Xebatên me xweser û giştî bûn. Em bi gel re diciviyan, li wan guhdarî dikir, pirsgirêkên wan çareser dikir, wan perwerde dikir. Konferansa jin û yên giştî jî dihatin çêkirin. Heval Zelal alîgira jinan bû. Zilm li ser jinan qebûl nedikir, eger jinekê lêdan xwariba heval Zelal mudaxele dikir û parastina wê dikir.

Her çi qasî bi ken bû jî , lê di karê xwe de cidî bû. Ji ber sadebûn û dilnizimbûna wê xelk li dora wê kom dibû û ji sohbeta wê hez dikir.

Heval Zelal bi hevlatiya xwe, duristbûna xwe, fedakariya xwe, bi paqijbûna dil û mejiyê xwe û paqijiya kesayetî, bi girêdana xwe ya bi serokatî, xeta şehîdan û gel ve dihat naskirin. Di xebat û têkoşînê de eşqa wê ya ji jiyanê re, eşqa wê ya ji kar re, girêdana wê ya bi Rêber Apo û şehîdan û gel ve nîşan dida. Em dikirin bêjin ku hevala Zelal dîrokek û şopeke pir mezin li her cihê ku lê kar kiriye hiştiye. Wek hevrêya wê ya têkoşîna azadiyê ez kêfxweş bûm ku min Zelal nas kir û pê re kar kir. Careke din di kesayeta şehîd Zelal Hesekê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînim û soza domadina xeta wan a têkoşînê didim.”

(b)

ANHA