Li Şîliyê ji ber şewatan 19 kes mirin

Li Şîliye ji ber şewatan 19 kes mirin. Hikumetê qedexeya derketina derve ragihand.

Li Şîliyê ji ber şewatan 19 kes mirin
19 ÇILE, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Şemiyê li herêma Nuevo û Viuvío (nêzîkî 500 kîlometre li başûrê paytext Santiago ne), şewat derketin. Bi pêla germahiyê ya giran û bayên bihêz şewat berbelav bû.

Li gorî rayedarên Şîliyê, di şewatên daristanan ên berfireh ên li başûrê welat de herî kêm 19 kes mirine. Serokê Şîliyê Gabriel Burrich got, li deverên herî zêde bibandor bûne qedexeya derketina derve ya şevê ragihand.

 Wezareta Ewlehiyê da zanîn ku li herêma Biobío 18 kes û li herêma Nuevo kesek jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Ewlehiyê yê Şîliyê Luis Cordero ragihand ku zêdetirî 50 hezar kes hatine tehliyekirin û şewat berbelav dibe.

Rayedaran ragihandin ku heta niha nêzîkî 300 xanî wêran bûne û hişyarî dan ku dibe hejmara rastîn hezar derbas kiribe.

Hikumetê ji ber şert û mercên xeternak li gelek deverên Viuvío, bi taybetî Lirquén û Benco, qedexeya derketina derve ya şevê ragihand.

 Saziya Neteweyî ya Daristanan piştrast kir ku şert û mercên hewayê pir dijwar bûn û hin agir ji kontrolê derketin. Her wiha da zanîn ku nêzî 3 hezar 700 agirkuj hatin seferber kirin.

(b)