Peymana hikûmeta demkî û QSD û xwepêşandanên li Îranê mijarên rojnameyan e

Rojnameyan peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de wekî nîşaneyek veguherîna ji  pevçûna leşkerî ber bi pêvajoyên çareseriyê yên girêdayî hevsengiyên herêmî û navneteweyî bi nav kir. Di heman demê de, xwepêşandanên li Îranê wekî guhertinek bigehîn hatin binavkirin ku daxwazên bingehîn ên aborî derbas dike.

Peymana hikûmeta demkî û QSD û xwepêşandanên li Îranê mijarên rojnameyan e
19 ÇILE, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser peymana ku ji hêla serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve bi QSD’ê re hatiye ragihandin, her wiha xwepêşandanên li Îranê.

Di derbarê rewşa Sûriyeyê de, rojnameyan behsa peymana ku ji aliyê serokê hikumeta demkî ya Ehmed El Şeri ve bi QSD’ê re hatiye ragihandin kirin.

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku peymana di navbera El Şeri û QSD de ne dawiya rê ye, lê destpêka rêyek nû ye ku dikare yekitî û aramiya Sûriyeyê vegerîne.

Li gorî rojnameyê "Ev peyman tîne bîra me ku Sûriyeyê, bi dîrok û cihêrengiya xwe ya dewlemend, dikare ji krîzên xwe derbas bibe, ger her kes beşdarî avakirina siberoja wê bibe, bêyî dabeşbûn û yekdestdariyê. Siberoja Sûriyeyê tenê ji aliyê hemû gelê wê ve, di dewletek ku ya her kesî be, tê avakirin. "

Rojnameya El Exbar, di heman çarçoveyê de ev nirxandin kir "çareseriya hatiye bidestxistin ji hêla teorîkî ve wekî çareseriya herî aram, herî hevseng, herî kêm xwînî û herî guncaw xuya dike. Her wiha deriyê qonaxek nû vedike ku encama wê bi tevgera rayedarên veguhêz û hêza wan a kontrolkirina endamên xwe ve girêdayî ye."

XWEPÊŞANDANÊN ÎRANÊ... HEMÛ RÊ BER BI WASHINGTONÊ VE DIÇIN

Li ser mijara Îranê, rojnameya El Şerq El Ewset ev nirxandin kir "Aliyê herî xeternak ê xwepêşandanên berdewam şikandina tabûyên rejîmê ye, bi taybet bi bilindbûna dirûşmeyên li dijî  "Wilayet El Feqîh" û sembolên şoreşê re. Ev dihêle ku tevge ji asta nerazîbûna li dijî polîtîkayan vediguhezîne pirsyarkirina rewatiya rejîmê bixwe."

Rojnameyê da zanîn ku "xwepêşandan ne bûyerek demkî ne, lê  nîşanek e ku serdema desthilata bi sloganan nêzîkî dawiya xwe dibe û Îran bi mezinahiya xwe, dîrok û pêkhateya xwe ya cihêreng, nikare di rewşek tecrîda daîmî bi cîhanê re berdewam bike."

(k)