‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’

Hedla Hesen û malbata xwe di şer de koçber bûne û niha li Dirbêsiyê dimînin. Hêviya wan e ku vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn.

‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’
‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’
‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’
‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’
‘Hêviya me em vegerin mala xwe û bi rûmet bijîn’
26 adar, 2026   04:05
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Hedla Mehmûd Hesen yek ji mexdûrên şer e. Hedla ji gundewarên Kobanê ye. Piştî ku 17`ê Çileyê êriş li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê dikin û digihêjin gundê wan, tevî malbata xwe neçar dimîne ku ji gund derkeve. Di nava şer de û di rêyên qaçax re berê xwe didin çend bajarên Sûriyeyê heyanî ku digihêjin bajarê Dirbêsiyê.

Malbata koçber ji gund berê xwe dide Reqayê û ji wir derbasî Şamê dibin. Piştre ji Şamê vedigerin û di Dêrazorê re derbasî Hesekê dibin û digihêjin Dirbêsiyê.

Hedla û malbata xwe niha li dibistaneke bajarê Dirbêsiyê dimînin. Dema ku ji mala xwe derketine tiştek bi xwe re neanîne. Di şert û mercên koçberiyê de kurê wê nexweş e û dermanê wî nayê peydakirin.

Hedla Hesen anî ziman ku tenê Heyva Sor a Kurd û hin sazî alîkariyê li ser koçberan belav dikin, bi wan re bûne alîkar û wiha got: “Em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê peyda bikin. Bi taybet koçberî ji bo zarokan zehmet e. Ji dibistanê qut bûn, nikarin bixwînin, guhertina cih, şert û mercên koçberiyê aliyê piskolojîk de gelekî bandor li zarokan dike."

Di dawiyê de Hedla Hesen wiha got: “Hêviya me ew e ku em vegerin malên xwe û bi ewle û rûmet bijîn.”

ANHA