Netanyahu: Em ê herêma tampon a li başûrê Lubnanê berfireh bikin

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku hêzên wî ji bo berfirehkirina "herêma tamponê" li başûrê Lubnanê dixebite.

Netanyahu: Em ê herêma tampon a li başûrê Lubnanê berfireh bikin
25 adar, 2026   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro got, hêzên wî dê "herêma tampon" a li başûrê Lubnanê berfireh bikin, di heman demê de operasyonên leşkerî li dijî Hizbullahê didomînin.

Netanyahu di daxuyaniyek bi dîmen de got: " Me herêmeke ewlehiyê ya rastîn ava kiriye da ku rê li ber her ketina ber bi Celîl sînorê bakur digire. Em vê herêmê berfireh dikin da ku gefa mûşekên dij-tank ji holê rakin û herêmeke tamponê ya berfirehtir ava bikin."

(bb)