Bikaranîna peyarêyan tevgera şêniyan asteng dike

Li Hesekê peyarê ji hêla xwediyên dikanan ve têne girtin û şaredariyê jî heta niha çareyek jê re peyda nekiriye. Ev rewş şêniyan neçar dike ku di nav otomobîlan de bimeşin û tevgera wan asteng dibe.

26 adar, 2026   05:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şêniyên Hesekê ji ber astengkirina peyarêyan ji hêla xwediyên dikanan ve, bi gazin in. Ev yek şêniyan neçar dike ku li nav otomobîlên li kolanên sereke re bimeşin.

Gelek xwediyên dikanan peyarêyan bi kar tînin da ku kel û pelên xwe nîşan bidin an alavên wekî sarinc, makîneyên dirûnê û alavên malê û elektronîk lê deynin. Ev diyarde li tax û kolanên Hesekê belav bûye ku li hin deveran peyarê bûne parçeyekî dikanan û tevgera şêniyan asteng dikin.

Ji şêniyên bajêr Leyla Ehmed got: “Astengkirina peyarêyan ji bo şêniyên bajêr xetereyek mezin e. Em neçar in di çûn û hatinê de di nîvê kolanê de bimeşin, û zarok pir caran dikevin nîvê rê li kêleka otomobîl û kamyonan dimeşin.”

Leyla Ehmed bang li saziyên têkildar kir ku çareseriyek bilez ji bo kolan û taxên bajêr bibînin, û bestekên firotinê û kel û pelan ji ser rêyan rakin.

Ebdulxefûr Hec Dawûd, ji şêniyên taxa Tel Hecer a Hesekê ye, got: "Êdî tiştê ku em jê re dibêjin peyarê li piraniya tax û kolanên bajêr tune ne, ne tenê li bazarên giştî. Meş li kolanên Hesekê bûye xetereyek ji bo jiyana me."

Hin xwediyên dikanan diyar kir ku ew ji bo bikaranîna beşek an tevahiya peyrêyê mehane nêzîkî 100 hezar lîreyên Sûriyeyî an jî zêdetir didin Şaredariya Gel. Lewma li gorî wan ji mafê wan e ku peyarêyan bi kar bînin.

Hevserokê Beşa Zabîteyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Elî El Seho li ser gotinên xwediyên dikanan ên der barê xerca bikaraîna peyarêyan de got: "Li gorî rêziknameya bikaranîna peyarêyan, xwediyên dikanan dikarin tenê ji sedî 30’ê peyarêya li pêşiya dikana xwe bi kar bîne da ku kel û pelên xwe nîşan bide, xerca wê jî nêzîkî 100 hezar lîre ye. Lê xwediyên dikanan li gorî vê rêziknameyê tev nagerin.”

(k)

ANHA