Ji KNK’ê peyama 15’ê Tebaxê

KNK’ê di peyama xwe ya bi boneya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de destnîşan kir ku di têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de, ev gav bi serê xwe pêngaveke û serketineke mezin e .

Ji KNK’ê peyama 15’ê Tebaxê
15 tebax 2024   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand.

'BI BEDELÊN MEZIN ALA AZADIYÊ HATE BILINDKIRIN'

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Sal 1984, roj 15'ê Tebaxê Kurdistan û Tirkiye di bin îdareya cuntaya faşîst ya 12'ê Îlona 1980'ê de dinaliya. Zulmeke bê hed û îşkenceyên hovane, jiyan li xelkê heram kirîbû. Zindan bi azadîxwazan ve hatibûn tijîkirin. Cuntaya faşîst adeta xweliya mirinê bi ser xelkê da reşandibû. Tirsa girtin û mirinê hatibû serwerkirin. Di nav wan şert û mercên giran de, xelkê Kurd û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, serî li hember zulma dewleta Tirk netewandin, serê xwe şor nekirin, berxwedaneke xurt bilind kirin. Ji zindanan heta hemû meydanên jiyanê, têkoşîneke fedakarane hate organîze kirin. Belê bedelên mezin hatin dan, lê beramberî wê zulma dewletê, ala azadiyê jî hate bilind kirin. "

KNK'ê diyar kir ku di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û got, "Bi teqandina fîşeka 15'ê Tebaxê ya 1984'ê, banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiyeyê û cîhanê careke din hate îlankirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî de, vê carê Dihê (Erûh) û Şemzînan, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li Kurdistanê. Bi wê hewildanê ve çirûska şoreşa Kurdistanê bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilata Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin a gerîla li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn. Di têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de, ev gav bi serê xwe pêngaveke û serketineke mezin ."

Peyama KNK’ê wiha ye:

"Di salvegera 40’an a 15'ê Tebaxê de, dewleta Tirk êrişkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne. Dewleta Tirk li beramberî berxwedan û têkoşîna şervanên azadiyê, xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan, ketiye nav eczeke kûr. Bi vê hirs û kînê, şer û êrişkariya xwe her diçe zêdetir dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovahiyê da hemû çek û sîlehên birandina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdê bombeyên kîmyewî û jahrê li ser xelkê û şervanên me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Mereşê çû çiya, dol û newal nehêlan ku bombeyan nebarîne.

Êrişên dewleta Tirk tenê li Bakur nînin, li Rojava û li Başûr jî berdewamin. Li van herdu parçeyan jî, êriş dike û herêman dagir dike. Ev e serê çend salane li Rojava û li Başûr vê dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dike. Eve pênc salin, li deverên Xakurk, Heftenîn, Metîna, Zap û Avaşin bi hemî hêza xwe ve û bi çekên qedexe (kîmyewî, fosfor, taktîk nukleer) bê sînor êrişan dike. Di serî de li van herêman û li seranserê Kurdistanê, ji terf Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve bi ruhê 15'ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin

Dewleta Tirk îro ziviriye rojên berê yên salên 80'yî û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şiddet û îşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve, li ser hemû xelkê Kurdistanê bûye karekî rûtîn yê jiyanê. Bi navê Kurdî û çanda Kurd çi heye, ji xwe re dike amanc. Êrîşê dawet û govendan dike, govendkêş û mûzîsyenên Kurdî binçav dike, çand û mûzîka Kurdî qedexe dike.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê pêngava 15'ê Tebaxê, di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketin ya dewleta Tirk e. Koalîsyona şerxwaz û êrişkar ya AKP-MHP-Ergekonê, li ber têkçûnêye. Serketin a gelê Kurdistanê ye.

Li alê din mîmarê Pêngava 15'ê Tebaxê Birêz Abdullah Ocalan, ev e 26 sal e di zîndana Îmaraliyê de di bin zext û tecrîdeke girankirî de ye. Ev e 40 meh in ji wî û ji hevalên wî çi agahdarî nayêne girtin. Ev rewş rewşeke xeternake û nayê qebûlkirin û divê hemî Kurdistanî û dostên Kurdan li hember vê rewşê di nava xebat û çalakiyan de bin. Bi vê munasebetê em weke KNK careke din, di kampaya 'Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' de cihê xwe digrin û bang li hemî Kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

Bi van bîr û hiziran em wekî KNK, salvegera 40’an 15'ê Tebaxê bi dilgermî li gelê Kurd, xelkên Kurdistanê û dostên gelê Kurd pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehîd, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêtine û dane avêtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne û em ê li ser şopa wan bimeşin. Her wiha em şopdarên Egîdê egîdan, di serî de yên ku niha li Qada Parastina Medya li ber xwe didin û hemî şervanên azadiya Kurdistanê silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin."