Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin

Beşdarên panela Hevgirtina Al El Beyt diyar kir ku pêwîstî bi sekna dijî xîtabên nefretê û mezhebperestî heye û divê ruhê aîdiyeta neteweyî were bipêşxistin.

Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin
Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin
Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin
Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin
Hevgirtina Al El Beyt: Dijî xîtabên nefretê û mezheperestiyê bisekinin
28 hezîran, 2025   22:01
HESEKÊ

Koordînasyona Giştî ya Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê li bajarê Hesekê panela pênasekirina armancên hevgirtinê û pranspên xebata wê, li Parka Xwendinê li dar xist. Di panelê de rewşenbîr, kesayetên civakî û olî amade bûn.

Endamê Koordînasyona giştî ya Hevgirtinê Şêx Fehed El Şêxanî, rêvebera Nivîsgeha Jinan Xilod Şêx Îsa û serokê Meclisa Hevgirtinê ya Hesekê Şêx Nasir El Cinêd panel bi rê ve bir.

Di panelê de têgeha "Al El beyt" ji aliyên zimanî û şerîetê ve hate şîrovekirin, her wiha xebata hevgirtinê, rolên wê yên olî, civakî û siyasî hatin pêşkêşkirin.

Organîzetorên panelê diyar kir ku hevgirtinê ji dema damezrandinê ya 2023’yan ve rûbirûyî hemleyên çapemeniyê yên sîstematîk, ji hêla hêzên derve ve ye.

El Şêxanî anî ziman ku 10 nivîsgehên hevgirtinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û ew di sekna dijî fikra tundraw de, belavkirina têgeha îslama nerm û xurtkirina nêzîkbûn û diyaloga di navbera ol û mezheban de xwedî roleke bingehîn e.

El Şêxanî girîngî da sekna dijî xîtabên nefretê û mezhebperestiyê, û pêşxistina ruhê aîdiyeta neteweyî.

Di dawiyê de El Şêxanî diyar kir ku peyama hevgirtinê li ser hezkirin, aştî û biratiyê ye û bang li tevahî hêzên neteweyî kir ku ji bo avakirina welatekî tê de nirxên lêborîn û edaletê hebin, diyalog bikin û hevgirtina xwe xurt bikin.

(fr)

ANHA