’Banga Rêber Abdullah Ocalan zemîna avakirina aştiyeke mayînde ye’

Berdevka Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa banga Rêber Abdullah Ocalan wekî zemîneke realist a avakirina aştiyeke mayînde nirxand û got, tecrîd li pêşiya hewldanên pêkanîna aştiyê dibin asteng.

’Banga Rêber Abdullah Ocalan zemîna avakirina aştiyeke mayînde ye’
29 hezîran, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Berdevka Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa da zanîn ku ji ber nebûna çareseriyên siyasî yên bingehîn, Rojhilata Navn di nava alozî û tevliheviyan de ye û destnîşan kir ku banga diyalog û naskirina mafên gelan ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, zemîneke realist a avakirina aştiyeke mayînde ye.

Xûd El Îsa ji ajansa me re axivî û got, li gorî ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de destnîşan kiriye, rewşa heyî encamên siyasetên parçekirin û lawazkirina gelan e û got: "Ji bo dawîanîna şerên heyî derfeteke heye. Eger pêvajoya siyasî û dîplomatîk û mafên gelê Kurd û tevahiya gelên herêmên werin naskirin hingî dê şer bi dawî bibin û aştî çêbibe."

Xûd El Îsa îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk pabendî bangên berê yên agirbestê nebûye û da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ji zêdetirî 26 salan dewam dike, binpêkirina mafên mirovan e.

Xûd bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqî û dewletên têkildarî dosyaya aştiyê yên li herêmê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne û got: "Rêbertî ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn projeyeke adilane û giştî hilgirtiye."

Berdevka Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa di dawiya axaftina xwe de got "Dem hatiye ku şer û binpêkirin bi dawî bibin û Rojhilata Navîn a adilane û aştî ava bibe. Divê gelê Kurd beşek ji siberojê be. Divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe da ku rola xwe ya di vê pêvajoya kerît de bidomîne."

(bb)