Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz hat taloqkirin

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a der barê peymana 10’ê Adarê de hat taloqkirin.

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz hat taloqkirin
29 kanûn, 2025   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyand, "serdana biryar bû ku fermandarê Giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (29 kanûn 2025) li Şamê pêk anîbana ji ber sedemên teknîkî hat taloqkirin."

QSD’ê ragihand ku ji ber hazirtiyên lojîstî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û  got, dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe.

QSD’ê diyar kir ku taloqkirin tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10’ê Adarê de çênake.

(b)