Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Mesrûr Barzanî re dawî bû

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de dawî bû.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Mesrûr Barzanî re dawî bû
19 sibat, 2025   11:11
NAVEND NÛÇEYAN

Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewamin.

Mesrû Barzanî

Şandeye bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê kir, hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re dawî bû.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêber Abdullah Ocalan bigihîne Başûrê Kurdistanê di 15’ê Sibatê de serdan kir.

Şande di 16’ê Sibatê saet 10:00’an de li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya û civîna bi Mesûd Barzanî re saetek 45 kêliyan dewam kir.

Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di 17’ê Sibatê de jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Duh jî şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiya bû.