Li 2 bajarên Ukraynayê êrişên dijwar ên Rûsyayê

Balafirên bêmirov ên Rûsyayê li Kîev û bajarê Odessa yên Ukraynayê êrişên mezin pêk anîn. Tê gotin ku ji ber bombebaranê bajarê Odessa bê elektrîk û av maye.

Li 2 bajarên Ukraynayê êrişên dijwar ên Rûsyayê
19 sibat, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Ukraynayê ragihand ku balafirên bêmirov ên Rûsyayê li Kîevê êriş kirin. Rûsyayê jî ragihand ku wê duh 21 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Şaredarê Odessayê Hennadiy Trukhanov vê sibehê daxuyand ku hêzên Rûsyayê bi dronan êrişî bajêr kir û di encamê li de elektrîk û av li ser piraniya niştecihên bajar qut bûye.

Şaredarê Odessayê ev agahî li ser Telegramê parve kirin: "Nexweşxane, klînîk, binesaziyên bingehîn ên civakî êdî bê germkirin in."