Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan ê bi navê Xalid El Omerî li Minbicê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
19 sibat, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamê xwe yê bi navê Xalid El Omer de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Xalid El Omer dema erka xwe li bajarê Minbicê pêk dianî, di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû. Hate gotin, “şehîd Xalid li hemberî djimin wêneyên herî bedew ên fedakarî û parastina azadiya erdê xwe û rûmeta gelê xwe îfade kir”.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Em soz didin şehîd Xalid û tevahî şehîdên leheng ku wê fedakariyên wan ji bo me ronahiyek bimîne. Em ê bi vê ronahiyê têkoşînê bidomînin. Bîranînên şehîd jî wê di dilê me û dilên nifşên bê de zindî bimînin. Em ê şopdarên rêya wan bin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Xalid El Omerî
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Salih
Dîroka jidayikbûnê: 01.01.1998
Dîroka tevlêbûnê: 2018
Dîroka şehadetê: 08.12.2024.

(bb)