Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir. Hevdîtin nezî 45 deqîqe dom kir.

Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir
21 tîrmeh, 2026   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş derbarê qanûna çarçoveyî de serdanên partiyên siyasî didomîne. Numan Kurtulmuş piştî serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin. Hevdîtin nezî 45 deqîqe ajot.

Numan Kurtulmuş dê serdanên partiyên siyasî îro bi serdana Koma Yenî Yol û Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara betalkirina teqez weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdar kirin re bidomîne û sibê jî serdana ÎYÎ Partiyê bike.