Hûsiyan şîrketên keştiyan hişyar kirin

Hûsiyan şîrketên keştiyan hişyar kirine ku barkirin an danîna kel û pelan li benderên Erebistana Siûdî nekin û gef xwarin ku her keştiyeke ku vê kiryarê bike dê bibe hedefa wan.

Hûsiyan şîrketên keştiyan hişyar kirin
21 tîrmeh, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarullah a Hûsiyan a Yemenê e-mailek ji şîrketên keştiyan re şand û got divê ew kel û pelan li benderên Erebistana Siûdî bar nekin an daneynin. Her wiha diyar kirin ku ev kiryar dikare bibe sedema ku ew "li her derê" werin hedefgirtin.

Di e-mailê de ku 20`ê Tîrmehê ji hêla ‘Navenda Koordînasyona Operasyonên Mirovî’ ya girêdayî Hûsiyan ve hatiye şandin, wiha hatiye gotin: "Qedexe ye ku keştî kel û pelan li her bendereke Siûdiyê bar bikin an jî daxin. Her çalakiyeke wiha dê keştiyan bike mijara cezayan. Wekî din, ew ê li her deverê di nav qada operasyonê ya Hêzên Çekdar ên Yemenê de werin hedefgirtin."

(k)

ANHA