Şêniyek revandin û 600 hezar dolarî wek fîdye dixwazin

Şêniyê bi navê Mihemed Îsmaîl Qadir ê ji  Kobanê di navbera herêmên Menacîr û Serêkaniyê de hat revandin. Ji bo berdana wî 600 hezar dolarî dixwazin.

Şêniyek revandin û 600 hezar dolarî wek fîdye dixwazin
21 tîrmeh, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku şêniyê bi navê Mihemed Îsamîl Qadir ê ji gundewarê Kobanê li devera di navbera Menacîr û Serêkaniyê de hat revandin. Kesên wî revandina û sedemên revandina wî nehatin zanîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nêzî malbata wî dane, kesên ku Mihemed revandine bi telefonê li bavê wî geriyan û li beramberî berdana wî 600 hezar dolar xwestine, her wiha 24 saet wekî muhlet dane malbatê da ku fidyê bidin.

Çavkaniyan dane zanîn ku malbat nikare vê miqdarî peyda bike û bang li aliyên têkildar dike ku bi lez destwerdanê bike da ku Mihemed were berdan.

(bb)